ewe dîsan daxî giran

ewe dîsan... daxî giran!!...
Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
 1 Xulek  1026 Dîtin
hîwa û
awatî serbestî,
ew hîwayey hełîmjî
tem û mijî
sûçî diłî hejarekan...
ewa dîsan
daxî giran
be agirî xoperistî
esûtênrê û
be ser diłî xakelêwey xwên ajnî
kurdistana
etwêtewe
***
çarenûsî çewsawekan
çewsawe dił tasawekan
wekû hawarêkî pisaw
lenêw gerûy biłêseda,
bo êş, bo azar,
tenanet
bo mergêkî řeş
baweş
egrêtewe;
girşey bizey gelawêjî
berzî ewîn
ewînî jîn,
hewrî çiłkin
serî biřî û
êsta bedem gijebawe
berew nebûn
eşnêtewe;
gaşe berdî řeşî xefet
beser leşya
be ser leşî serbeheşya
etlêtewe!
etlêtewe!
***
bełam... biłêy...?
biłêy herwa
giřî hîwa
biłêse tûřekanî xoy
bixiwatewe û
tarîkayî şewezengî
pişû hełbiř
biřşîtewe?
***
biłêy herwa
bîre piřş û biławekan
lenêw deştî bê sinûrî temî jyan
řêbwarêkî naşarezay
řê win bû bin?
pencey řeşî namradî
areqî mandû bûnyan
bisřêtewe?