kiçî neşmîl
Li pirtûka:
Wenewşe
Berhema:
MiḧemedSedîq Meḧmûdî (1937-1990)
1 Xulek
1289 Dîtin
egerçî zor le mêje hogrî pyałey mey û badem
neşey maçêkî to emma be mestîy bade qet nadem
eger maçî serî kułimit bibexşî pêm û bimkujî
de ya řebbî nimekgîr bim ke lew sedaye ser badem
firîşte bête lam û xoy wekû to dabnê, şerte...
hetakû banî panî asmanî ḧewtemî řadem
dełên maçî kezîy toy kirduwe şewba, dełêm êsta
le çawî kwêrî şew tif kem, le fiłçî bê ḧeya ba dem
ke carêkî biçêjê tamî xoşî areqî gonat...
xidir îtir le awî jînî xoy nada lemewla dem
kiçî neşmîl, were, toy guł le nêw gułdanî baweşma
şinet bê, ta pejarey çende sałey xom be bada dem
leşim germî ewîne û bejnî şûşt serwî azade
leber wey dîlî tasey sêberî ew serwe azadem