kemal ey çawekem to şa’îrêkî baş û huşyarî

bo «kemal esi’d řeza»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  336 Dîtin
kemalNava taybet ey çawekem to şa’îrêkî baş û huşyarî
hunermendî le hełbesta ekey her peyřewîy narîNava taybet
kemalîNasnava edebî xoy û emsalî be şî’irit şad û diłxoşin
kem û kûřî nîye hergîz ebin da’îm be kiřyarî
ebînim şa’îran dîwan eken nexşîn be boye û řeng
bełam dîwanî to řoşin ebînim min be zeřkarî
le wezin û qafye û tecnîsda hełbestî êwem dî
serim suřma be řastî zor le lebzî xoş û guftarî
qise û hełbestî to şîrîne her wek qend û min tûtîm
gelê ma’îl be qendim wa be dił min ebme kiřyarî
’ezîzim řêy edeb zor řaste bê perwa biřo pêyda
nekey wek hendê ladey bibye tûşî larî û xwarî