kemal ey çawekem to şa’îrêkî baş û huşyarî

bo «kemal esi’d řeza»
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  337 views
kemalNamed-Entity ey çawekem to şa’îrêkî baş û huşyarî
hunermendî le hełbesta ekey her peyřewîy narîNamed-Entity
kemalîPen name xoy û emsalî be şî’irit şad û diłxoşin
kem û kûřî nîye hergîz ebin da’îm be kiřyarî
ebînim şa’îran dîwan eken nexşîn be boye û řeng
bełam dîwanî to řoşin ebînim min be zeřkarî
le wezin û qafye û tecnîsda hełbestî êwem dî
serim suřma be řastî zor le lebzî xoş û guftarî
qise û hełbestî to şîrîne her wek qend û min tûtîm
gelê ma’îl be qendim wa be dił min ebme kiřyarî
’ezîzim řêy edeb zor řaste bê perwa biřo pêyda
nekey wek hendê ladey bibye tûşî larî û xwarî