le dûrî serwî bałat dîde herwek coybarêke

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  509 views
le dûrî serwî bałat dîde herwek coybarêke
be xwênî ałî dîdem deşt û seḧra lalezarêke
beşew katê enûm pêç û xemî çîn çînî ew zułfet
le çawî eşk barimda hemû tawêkî marêke!
were seyrî sefagay dîmenî dû çawî giryanim
le layek bekirecoNamed-Entityyêke le layek serçinarNamed-Entityêke
beşew gwê bigre dengî nałe nałî dił be meḧzûnî
le tawî derdî ’eşqî to ’eceb şûr û qetarêke
meḧałe min bikem dermanî zamî tîrî birjangit
le sîney pare parem da nîşanî îftîxarêke
le řêgey ’eşqida e weł qedem dananî ser şerte
nekey hîwayî sûd hergîz eme new’e qumarêke
kemalîPen name dêt beşew bo pasewanîy derkeket qurban
meke men’î meramî kesbî na û î’tibarêke