gyanekem boç wa legełma her be qar û qînî to
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
1463 views
gyanekem boç wa legełma her be qar û qînî to
boç weha tînû be xwênî ’aşiqî miskînî to
min ke dîlî zułfî tom bo çî be şimşêrî birot
emkujî be xwa gelê bê mirwet û bê dînî to
bê sebeb da’îm legełma tirş û tałe řût keçî
hênde tali’darî lay min wek şekir şîrînî to
pêm biłê ey zułfî dilber bo beqesdî kuştinim
da’îme mayl be pêç û ta û ḧełqe û çînî to
çûyte naw bax emřo bêçare wenewşe bû xecił
gerdinî keç kird beramber wirde xałî şînî to
munfe’îl bûn û xecił perwîn û mangî yek şewe
her ke derkewt taqî ebro û piłpiłey zîwînî to
ey felek ey dujminî însanî xawen ’eqił û fam
bo çî her ḧamîy ker û ga û pyawî bê temkînî to!