diłim şabaşî ser řêy yare ger meylî geřanî bê

pênc xiştekî leser şî’rî «salim»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 3 Xulek  806 Dîtin
diłim şabaşî ser řêy yare ger meylî geřanî bê
serim dana le ber pêy xwanekerde nek zyanî bê
ekem gyanim super nek boy bełaye asmanî bê
«hemû şew çaweřêm bełkû be mexfî yarî canî bê
le tarîkîy şewa şu’ley çira muşkîl nîhanî bê»
ezanî dił birîndarim be ẍemzey çawî fettanit
bese bê şerit û qewlî gyanî şîrînim be qurbanit
be heqqî perçemî piř pêç û jakaw û perêşanit
«çiray hewweł şewî qebirim giřey diłme le hîcranit
be sirwey bay ecel şem’î muradim herke fanî bê»
şikencî perçemî herçend diłî zarim řeha naka
be meḧzî merḧemit xunçey demî yek def’e wanaka
hemû cewr û cefay lay çakeye yarim xeta naka
«le seḧray meḧşerîşda diłberim terkî cefa naka
fîday ew şoxe bê řoḧim ke cewrî dû cîhanî bê»
legeł ême leber çî tundî řû xoşî legeł eẍyar
le heq dujmin ekey lutif û cefakirdarî derheq yar
’ezîzim toxwa lutfê le derheq ’aşiqî bîmar
«lîqa xwahîş ekem da’îm ke binwênî bełam naçar
řezam cwabê le ḧerift bişnewm ba lin tiranîErebî bê»
be řengî zerdî bê şewqî perêşan ḧałî dił let let
be lêwî wişkî bê awî şehîdî dûrî û fîrqet
be ah û nałe û şînî ciger sûtawî piř meynet
«be şêwey çenberî qeddî xemîdey pîrî bê taqet
ebê fikirê bika yar ger ẍurûrî newciwanî bê»
musewwîr herçî hen ger bên le belcîka û le řomawe
le çîn û řûsye û ulkey hemû eqtarî dinyawe
meḧałe şikłî ew naken serim lem kare suřmawe
«be cuz manîNava taybet musewwîr taqî ebroy toy nekêşawe
ke manîNava taybet neqşî kêşabê ebê herwa kemanî bê»
diłim derdit be derman ger nezanê ba letupet bê
hemîşe yaxwa dûçarî řenc û derd û meynet bê
le řêgey ’eşqida tûşî cefa û derd û meşeqqet bê
«wefa daxî neka ger dił be gwêzan çake let let bê
zubanî pêweda ’eqreb kesê mîhrî zubanî bê»
le katî mirdina naye demim dem yarî bê dînim
be î’cazî mesîḧa hat û tazey kirdewe jînim
le saye maçî lêwî sed şukur dem piř le hengiwînim
«řewanî kohken ba tazeka teqrîrî şîrînim
be şîrînî demî nabê şeker ba esfehanî bê»
kemalîNasnava edebî seyrî ke çende peşêw û zwîr û bedḧałim
ciger sûtaw û dił damaw û sewdakar û ’ewdałim
be xwênim řeng eka wa dest û pencey yarî çawkałim
«birînî batînî kuştimî xemoşî tabekey salim
nîhanî besyetî xwênim xeney pencey fiłanî bê»