ke min tewratî řûy tom dî nîgarî pelke xurmayî

bo kiçe cûlekeyek
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  387 Dîtin
ke min tewratî řûy tom dî nîgarî pelke xurmayî
be kołê ’îlmewe çarem nîye wa ebme mûsayî
muḧeqqeqme le baxa seru û ’eř’eřgyanî şîrînim
le bałay to eken te’lîmî azadî diłarayî
eger şekker demêkî çeşnî toy bibwaye ew ’esre
çilon ferhad ebû ’aşiq be şîrîn şoxî beẍdayî
witim maçêk kerem key etdemê gyanim witî şêtît
çilon awî ḧeyatî xom edem min pêt be xořayî
dûçawim boye qurban xoş ewê tamin bibînim řût
ke řûy toy pê nebînim îke min bo çîme bînayî