heta dilber legeł ’aşiq nîgahêkî nîhanî bê
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
375 Dîtin
heta dilber legeł ’aşiq nîgahêkî nîhanî bê
eger pîrîş bê da’îm her ebê tafî cwanî bê
beramber tîre baranî mujet xoy nagrê însan
hezîmet her eka ba řostemî maznideranî bê
ekem řoḧim be qełẍan û super bot gyanî şîrînim
xuda nakirde nek bo to qezayî asmanî bê
meḧałe xêr bibînê muddetî ’umrî le dinya da
ewey derheq řefîqî bed nîhad û nanî nanî bê