asmanî dûn hemîşe dûn peristî karye

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  423 Dîtin
asmanî dûn hemîşe dûn peristî karye
serserî û eḧmeq newazî şêweyî řeftarye
herkesê nadane ẍerqî xêr û xoşî û nî’mete
pyawî dana cogeley xwên wa le çawî carîye
dehrî dûn îşî hemû ’ekse mîsalî dêw û ded
yarî eẍyare û ewey eẍyare da’îm yarîye
wa ke da’îm mest û bîmarim ebînî heqme min
serxoşîm be xwa le şewqî çawekey bîmarye
herwekû fêdar ke sersam û peşêwim heqme min
şêt û sersamîm le tirsî zułfî wek řeşmarye
tu xwa men’im meke wa’îz le ’eşqî dilberan
zeḧmete çarey beřastî ’îlletêkî sarîye