gułî xwênawî

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  5199 Dîtin
kuř:biřwane! şayîye, çopîye, lew małe
gwê bigre! zuřnaye, dehołe, şimşałe!
zerd û sûr têkeł bûn, jin û pyaw, heraye
lew nawe her hařey heyasey to naye!
sa tuxwa xêrake ba biřoyn dest bigrîn
be kamî diłdarî pêkewe hełpeřîn!kiç:guł nebê bo serim ał çepkê, zerd çepkê
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê!kuř:kiç le řêy cwanîta, kiç le řêy cwanîta
kiç le řêy nîwnîgay hatuçoy kanîta
payîze, gełay dar řijawe, baẍ řûte
guł kwanê? guł lêwî be bize pişkûte!kiç:guł nebê bo serim zerd çepkê, ał çepkê
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê!
bitdaye dił be min, be hemû me’nawe
dû çepkit ehanî le baẍçey paşawe!...kuř (eřwa û leber xoyewe be goranî ełê):baẍçey paşa lewber awe
xêłî duşmin dewrey dawe
eřom: řêgam lê gîrawe
nařom: çawkał lêm torawe!
(berebere le dê dûr kewtewe)
***
kuř:be baẍçey paşada wird geřam, xwar û jûr
zerd hebû, bom çinît, çing nekewt gułî sûr
nazanim emca dêyt bo şayî û hełpeřkê?kiç::::nayem, guł mawyetî bo serim sûr çepkê!kuř (yexey miraxanîy tirazan):natewê em zamî ser diłem lebatî?kiç::::hey hawar! tifengî duşminîş pêkatî?
řakşê tawê ser binêre ser řanim;
ba bigrîm bo diłê, bo gułê dořanim!