gułî xwênawî
From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
2 minutes
7275 views
kuř:biřwane! şayîye, çopîye, lew małe
gwê bigre! zuřnaye, dehołe, şimşałe!
zerd û sûr têkeł bûn, jin û pyaw, heraye
lew nawe her hařey heyasey to naye!
sa tuxwa xêrake ba biřoyn dest bigrîn
be kamî diłdarî pêkewe hełpeřîn! kiç:guł nebê bo serim ał çepkê, zerd çepkê
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê! kuř:kiç le řêy cwanîta, kiç le řêy cwanîta
kiç le řêy nîwnîgay hatuçoy kanîta
payîze, gełay dar řijawe, baẍ řûte
guł kwanê? guł lêwî be bize pişkûte! kiç:guł nebê bo serim zerd çepkê, ał çepkê
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê!
bitdaye dił be min, be hemû me’nawe
dû çepkit ehanî le baẍçey paşawe!... kuř (eřwa û leber xoyewe be goranî ełê):baẍçey paşa lewber awe
xêłî duşmin dewrey dawe
eřom: řêgam lê gîrawe
nařom: çawkał lêm torawe!
(berebere le dê dûr kewtewe)
zerd hebû, bom çinît, çing nekewt gułî sûr
nazanim emca dêyt bo şayî û hełpeřkê? kiç::::nayem, guł mawyetî bo serim sûr çepkê! kuř (yexey miraxanîy tirazan):natewê em zamî ser diłem lebatî? kiç::::hey hawar! tifengî duşminîş pêkatî?
řakşê tawê ser binêre ser řanim;
ba bigrîm bo diłê, bo gułê dořanim!
gwê bigre! zuřnaye, dehołe, şimşałe!
zerd û sûr têkeł bûn, jin û pyaw, heraye
lew nawe her hařey heyasey to naye!
sa tuxwa xêrake ba biřoyn dest bigrîn
be kamî diłdarî pêkewe hełpeřîn!
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê!
kiç le řêy nîwnîgay hatuçoy kanîta
payîze, gełay dar řijawe, baẍ řûte
guł kwanê? guł lêwî be bize pişkûte!
nayem bo zemawen, nayem bo hełpeřkê!
bitdaye dił be min, be hemû me’nawe
dû çepkit ehanî le baẍçey paşawe!...
xêłî duşmin dewrey dawe
eřom: řêgam lê gîrawe
nařom: çawkał lêm torawe!
(berebere le dê dûr kewtewe)
***
kuř:be baẍçey paşada wird geřam, xwar û jûrzerd hebû, bom çinît, çing nekewt gułî sûr
nazanim emca dêyt bo şayî û hełpeřkê?
řakşê tawê ser binêre ser řanim;
ba bigrîm bo diłê, bo gułê dořanim!