awatî dûrî

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  5341 views
ey çaw! çeşnî bazî qefes hełwerî peřit,
kwa bałe tîjekanî nîgay ḧusnî diłberit?
kwanê dû çawî mest? kwanê?
kwanê biroy peywest? kwanê?
kwanê zułfî řeş?
kułmî ał û geş?
kwa heykelî cemal?
kwa ḧusnî bê mîsal?
ey gwê! zelîlî çawim û ber to pena ebem!
dengê le yarî dûrewe, çî bikem le zîl û bem?
ba bê, xendey piř aheng bê!
neẍmey nazî şox û şeng bê!
ziřey bazin bê!
berew lay min bê!
hařey heyasekey,
wirşey kirasekey!...
ey ḧîssî şamme! le çaw û le gwêçke me’yûsim,
bonê le yarewe dênê xîtamî efsûsim,
ba bê, bonî henasey bê
piř be sînem wek tasey bê!
ba bê boy memey
le dirzî suxmey
bonî wenewşe, guł
mêxek, ’etir, simił...
ey lamîse! egerçî nebû deng û řeng û bo,
wek şêt be ’eqłî xamewe xom xiste bextî to!
kwa temasî leşî nermî?
kwa lezetî koşî germî!
kwa memkî piř çing?
lîmoy baxî sing?
kwa maçî lêwî ał?
cur’ey ebed, xeyał?
ey xatîratî ’umrî guzeştem, dexîlî tom!
xinkawî beḧrî dûrî nekey ’eşqî řenceřom,
cîlwet le çawim win nebê
hergîz lay to nûstin nebê!
çeşnî awêne
da’îm binwêne:
’eşqî qedîmî yar
ta wextî îḧtîzar!