ḧuznî peçe

Li pirtûka:
Beheşt û Yadgar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  2615 Dîtin
jinêkî şox le çawî bełek be me’yûsî
xilî ekirdewe hon hon diłopî mirwarî,
be aw ebû diłî berdîn le ah û efsûsî,
be awî sardî petî na, be mayî’î narî!
witim: fîdayî cemalit bim ey perî şêwe!
ewa twayewe hestîm be sozşî giryet:
çîye ke heykelî meřmeř, ẍubarî wa pêwe,
qemer şikat û sikała eka le hewrî xefet?
serî be ’îşwe leqan û be lehceyêkî ḧezîn
witî: biçowe bipirse le cînsî pyawî birat,
ke kewte goşeyî gîrfan gułêkî awrîşmîn
çîye tefawtî bûn û nebûnî, qîmetî lat?
weya heta le derûnî řeşî giła enwê,
be çî le zîxî dirawsê ferq eka gewher?
ewe ḧisêbe be gewher, eger dirustit ewê
ke bote cazîbî enzarî ’am bo efser!
minîş egerçî be cîlwe, be cazîbey cwanî
gelê le fewqî gułam û girantirim le guher,
welê leber ewe, heyhat! esîrim û zîndanî
medarî fexir û sirûrim buwe be qutbî keder!
bełê! hetakû cemalî pitir bê dîlî perî
yare meylî zuhûrî zyatre, egrî:
eka le sîqletî bendî jyanî xoy nefret!
eka le pyaw û le cehil û te’essubî le’net!