le kuncî bê kesîda şew ke yadî wesłî to serkem
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
515 Dîtin
le kuncî bê kesîda şew ke yadî wesłî to serkem
le xoşî xoşya wexte ke bifiřim bał û peř derkem
le dest te’ney řeqîban mat û damawim nîye çarem
ebê ya erkî ’eşqî ew bikem ya herdû gwêm keř kem
mutałay xettî newřestet be min qet nakirê gyane
meger ’îlmî ledunnî min be carê ḧîfiz û ezber kem
eger bom dest bidat maçî demî to řoḧî şîrînim
xecałet bim le ḧeşra ger temennay awî kewser kem
dû çawim heł’ekołim ta nebînim taqî ebroy to
be xořayî diłim boç tûşî zerbey şîr û xencer kem
meḧał û se’be tesxîrî perî naka benî adem
kemalîNasnava edebî bo çî bê cê min temennay wesłî dilber kem