le şax û kêwî derd û meyneta ferhadî bê ḧałim
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
597 Dîtin
le şax û kêwî derd û meyneta ferhadî bê ḧałim
le deşt û çoł û herdey weḧşeta mecnûnî ’ewdałim
le bas û xwasî dinya nagem û qet nawî kes nabem
le ’eybî xełkî çawpoşî ekem kwêr û keř û lałim
xet û met peşme lam çîme le dersî kałî neḧu û serf
xerîkî meşqî ’eşq û xwêndinî dersî xet û xałim
le ḧefta têpeřîm û wa ezanin pîr û damawim
lesayey ’eşqewe wa taze meşẍûłî giřugałim
be şu’ley her çirayek min wekû perwane nasûtêm
be şewqî řûy nîgarî mehcebîn sûta peř û bałim
kemalim bê îtir bo çîme mał û zîw û zêř
le sayey xwawe xom xawen kemalim gerçî bê małim