le ḧesret pêçî hewrî lar û daxî piłpiłey zîwîn

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  511 Dîtin
le ḧesret pêçî hewrî lar û daxî piłpiłey zîwîn
şew û řoj kar û pîşem da’îme her şîwene û nałîn
be kuł egrîm ledaxî xwênî kohken wa řija bê cê
le dawênî çya katê ebînim laleyî řengîn
le kêwî bêstûnda gyanî derçê bê newa ferhad
çi derbeste legeł xusrew xerîkî ’uşrete şîrîn
nisîbî her yekem řoj derd û dax û meynet û xem bû
umêdî xêr û xoşî nebuwe nabê ’aşiqî miskîn
eger şîrîn demêkî çeşnî to bibwaye ew çerxe
meḧałe çon ebû ferhadî bêkes ’aşiqî şîrîn