pîrim ke seyrî sîneyî wek baxî bey bikem
şî’rî ḧafiz be texmîs kirdinî kurdî
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
465 Dîtin
pîrim ke seyrî sîneyî wek baxî bey bikem
ya meylî newxetanî xyabanî řey bikem
wa çake espî fîkir û hewes îke pey bikem
lakîn meḧałe mewsimî goł terkî mey bikem
min lafî eqił lê edem em kare key bikem!
şêwawe em cîhane weha başe zû biřom
bê hûdeye ke îsteke meşẍûłî hatuçom
bende û ẍułamî ḧafzî şîrazNava taybety nuktegom
dunya wefay nîye û nebuwe pêkê têke bom
tamin ḧîkayetî cem û kawis û key bikem