le naw şoxanî şara dilberim hat xudnimayî kird

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  306 Dîtin
le naw şoxanî şara dilberim hat xudnimayî kird
be xwênî cergekem serpenceyî destî xenayî kird
beşew bo pasewanî derkekey çûm min bîḧemdîlla
segî derganekey hat û legełma aşnayî kird
hemû ta’atî filsêkî nehêna lay xuda zahîd
ke çunke herçî kird bêçareye herbo řyayî kird
dił û hêz û henaw û sebir û hoşî birdim û řoyşit
nîgarî nazenînim katê meylî mał’awayî kird
leberçî zwîrî lêm bê řeḧim û mirwet bo çî nazanî
le řêgey ’eşqî toda çend kemalîNasnava edebî gyan fîdayî kird