bê wefa dilber le kwê ma we’de û peymaneket
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
1689 Dîtin
bê wefa dilber le kwê ma we’de û peymaneket
bo çî terkit kird be carê ’aşiqî dêwaneket
min heta mawim leser ew şerit û ’ehdem çawekem
řoḧ ekem qurbanî řîşwey çefye û camaneket
to le gułgeştî çemenday da’îma řeḧimit bibê
bê bipirse carê ḧałî dîlî bendîxaneket
řojî ’alem řeş meke gyane leser subḧî cebîn
lade tu xwa perçemî şew řengî mîşk efşaneket
xettî lay lêwit ’ezîzim min ezanim ḧîkmetî
xizirNava taybete bo dozînewey serçaweyî ḧeywaneket
ey nîgar! to çunke leylî kurdî min mecnûn sîfet
şî’rekanim ḧesre ser te’rîfî ḧusin û aneket