be nîşter hełdiřî dił ger hemîşe yadî to naka
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
605 Dîtin
be nîşter hełdiřî dił ger hemîşe yadî to naka
wekû tûtî beramber awêney řût giftugo naka
be sardî meylî dulber yek keřet sûta řeg û řîşey
nemamî arezûy ’aşiq heta mirdin çiro naka
ewende negbetim ger bê û bigate damenî destim
wekû fê dar ebê îflîc û lerzey dêtê go naka
ewey neş’ey le bonî zulfî to wergirtibê gyane
îtir şewbo û wenewşe û sunbul û řêḧane bo naka
be řastî warî’e zahîd heta ḧez key temaşa ke
bełam wextê ke bête basî pare pif le do naka
ewende şête sofî řû ekate taqî xişt û gił
keçî wek min kemalîNasnava edebî řû le mîḧrabî biro naka