le ẍemzet tîre baran bo diłî ’uşşaqî miskîn hat

pênc xiştekî leser şî’rî «salim»
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 2 Xulek  545 Dîtin
le ẍemzet tîre baran bo diłî ’uşşaqî miskîn hat
le zułf û řût be carê tirsî kufir û mujdeyî dîn hat
le sîḧrî çawî mexmûrit beła bo gyanî bê tîn hat
«miḧatî ’arîzî dulber leser da zûłfî mişkîn hat
be dewrey baxî guł da, terzî sunbul, meḧzî perjîn hat»
be tenya tîẍî ebrot cerg û diłmî encin encin kird
wicûmî tîrî ẍemzet gyane sîney zarî kun kun kird
hemû derd û cefay yekcarî weqfî cesteyî min kird
«heway maçî demit řêy benderî zułfî be dił win kird
musafîr bo syaḧet sûyî çîn çû tûşî maçîn hat»
le dûrîy řûy to emşew zelîl û xeste û bê xew
egryam bê kes û tenya bebê şewqî çira û piřtew
le piř hełsam be soz û şewqewe xwêndim be wêney kew
«du’am bo def’î çawî bed le ḧusnî to nekird emşew
le dem řûḧul’emîn ta subḧidem awazî amîn hat»
le bałay to ’ezîzim seru eka meşqî diłarayî
eka ’eř’eř le bejinit gyane da’îm kesbî ře’nayî
hemû lasayî ḧusnî to eken ey şoxî beẍdayî
«kitêbî wesfî cwanîy tom exwênd emşew be tenyayî
le perdey ẍeybewe ta řoj be gwêma dengî teḧsîn hat»
beřastî mirdinî ’aşiq cyayî xizmetî yare
le wesłî yar eger dûrbê le gyanî xoşî bêzare
be řastî seyre wezi’ û ḧałî ’uşşaqanî bêçare
«biłêm pêt ba ḧedîsî kuştinî ferhadî aware
le şewqa day le serya tîşe katê dengî şîrîn hat»
ewey řoyî be řêy ’eşqa ser û małî be tałan çû
ebed nagate meqsed da’emînê herwekû mirdû
be her laya biçê bextî řeşî řêy lê ebestê zû
«le ahim gerdeney elburz be tem kêwî demawend bû
be řêy řey da ke qîsmet řojî hewweł bo weramîn hat»
çi xoşe întizar û çaweřêy teşrîfî diłdaran
leser řêga be ummêdî wîsałî şox û nazdaran
kemalîNasnava edebî wa kuławe zamî cergî sîne zamaran
«hemîsan hate swê zamî diłî salimKes wekû caran
be sirwey bay seḧer katê ke nefḧey zułfî muşkîn hat»