yar wefadare legełma çon cefakarî eka
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
447 Dîtin
yar wefadare legełma, çon cefakarî eka
îşî bedkare ke carcar fêrî bê barî eka
řeḧmî pê kirdim diłî sûta ke dî egrîm nîgar
mu’cîzey ’eşqe ke zarî karî zordarî eka!
mîrî xawen ḧusin û cwanî zore lem dinyaye da
yarî min şahêke daway textî xûnkarî eka
bo ’îlacî derdî min hîçî nekird luqman ewa
dułberim êsta be guł şekirî demî çarî eka
çawî yarim çunke bîmare diłî dêwanekem
wa le ’eşqî ew hemîşe ḧez be bîmarî eka
mey bixo mînber bisûtêne mede azarî dił
şêxî şîrazîNava taybet weha men’î dił azarî eka
bê edeb nabim le lam waye eger hat û biłêm
ey kemalîNasnava edebî şî’rekanî min le hî narîNava taybet eka