ewa ey şem’î dîn perwanekey dewrî çiraket hat
bo şêx meḧmûdî ḧefîd
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
545 Dîtin
ewa ey şem’î dîn perwanekey dewrî çiraket hat
ẍerîb û derbeder mecnûnî bê berg û newaket hat
be dewrî řûy wekû gułta hetakû neẍmexwanî ka
le kurdistanewe wa bulbulî dastan seraket kat
le medḧî to heta hełbestê hełbestî besoz û teř
fîdatim şa’îrî şîrîn kelam û xoş edaket hat
beşew bo pasî derkî koşkeket çake qubûłî ke
kemale pîrekey pîran û kelbî bawefaket hat
dexîlim tu xwa norey wefate besye bê lutfî
be derd û êşewe zamarî peykanî cefaket hat
be bendî û zecir û lêdanit nebû diłgîr ewa dîsan
be kołî sîdqewe dûçarî enwa’î bełaket hat
řya nakem ezanim şahîde awêneyî qelbit
fîdayî bendeket ye’nî kemalîNasnava edebî bawefaket hat