em dem û lêwey le baxa dî ke guł bawî nema

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  997 Dîtin
em dem û lêwey le baxa dî ke guł bawî nema
bulbulîş her ew deme kewte hewa û řeqis û sema
zû le dîn layda becarê sofî bû be řojperest
řojî lacangî ke dî emşew le pêçî perçema
bêre ser çawim sefagahêkî xoşe gyanekem
çî ekey herway le naw kiłpe û biłêsey sînema
wanezanî min nefamim pasewanî derkeket
ta ebed nagořmewe qurban legeł textî cema
nayxeme ser kaẍez esła takû mawim çawekem
nawî to dewran neka ba qet le dem nameḧrema
bergî şayîm wîst le çerxî asman fermûy meger
şêtî to nazanî min xom wam le bergî matema!
ḧałî şêwawî kemalîNasnava edebî baş ezanê dilberim
ger le perwane bifkirê şew le aqarî şema