azîz nemzanî wefa lat qate

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  459 Dîtin
azîz nemzanî wefa lat qate
her cewr û cefa û derdim xełate
bê mirwetîy to le ḧed be dere
nisîbî diłim zamî xetere
xo min serim kird be sergerdî řêt
diłim kird be ferş, xakî berî pêt
be şew pasewan kołaneket bûm
be řoj xadmî derganeket bûm
her emrêkit kird witim be ser çaw
zû be cêm hêna tekmîl û tewaw
emirit le lay min wacb û ferze
min bem eḧwałe eto bem terze
şerit bê diłekem bisênmewe lêt
bê wefa îtir qet meyl nedem pêt