ke bo ser mułkî dił seyrî hucûmî ẍemzekey tom kird

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  283 Dîtin
ke bo ser mułkî dił seyrî hucûmî ẍemzekey tom kird
nîgara yadî cewrî ceyşî çengîz û helakom kird
ke xał û perçemî tom dî xecałet bûm witim ya řeb
le naw baxa leberçî seyrî sunbul bonî şewbom kird
le xewma camî awî kewserî damê perî řûyê
sibey zû hate dî şukirî xwa maçî demî tom kird
nebû ḧałî le basî řûy genim řengîy bitan zahîd
keçî zû ḧałî lê hat herke basî xepleyî com kird
hemû ta’at û nwêjim têgeyştim gyanî şîrînim
nebû meqbûł hetakû sucdeyî mîḧrabî ebrom kird
temaşake kemalîNasnava edebî min nîye ferqim legeł ferhad
wekû ew bêstûnî kend minîş wa qel’î şahom kird