eger teşrîf bihênêt nayełim pê binêyt be ser xaka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  566 Dîtin
eger teşrîf bihênêt nayełim pê binêyt be ser xaka
guł û řêḧane û nêrgis enêjim min leser řêta
leber pêy padşada meř seř ebiřn xełkî bo ḧurmet
eger řeḧimit bibê û bêyt xom ser ebiřim min le ber pêta
biłê bew baẍewane kafre ba řêm bidasatê
bigêřim dest le baxî pirteqał û sêw û hermêta
eger çî pîrim emma ebmewe lawêkî taze û cwan
le baxełta şewê ger bimxewênît to le naw cêta