natîq gyan dîsan wa le dûrîy to

bo «natîq»y şa’îr
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  548 Dîtin
natîq gyan dîsan wa le dûrîy to
zamanî sextim wa hatote so
le řojêkewe řoyştûy lêre
çawim lêłayî dahatuwe kwêre
axo tewêłe êsteş wek caran
neş’e ebexşê bo meygusaran
řêy «geřyat»y her řêřewey baze
menziłgay cîlwey şoxî tennaze
be lafawî xem way řûxanduwe
tomî xefetî lêra çanduwe
axu wek pêşû berze demaxan
hatuço eken bo kûçe û baxan
«malîder» ewsa ke piř bû le guł
wekû kar aske eyan kird lêm sił
«çilane» darî çil perî řû bû
menził û me’way bêçwe ahû bû
axo êstekeyş wa seqadare
menził û me’way ahûy tetare
şemam şemamey her zerd û kałe
ya xud geyştuwe şemame kałe
řicaye wesfî xot binûse bom
řoj û şew meşẍûł yad û fîkirî tom