nek be tenya sebir û hoşî ’aşiqî miskîn eba

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  546 Dîtin
nek be tenya sebir û hoşî ’aşiqî miskîn eba
ew nîgarey kafre îman û ’eqił û dîn eba
tîre baranî ke kirdim yar be birjangî witî:
em şehîdî ’eşqe bo meḧşer cilî xwênîn eba
bo tewafî ke’beyî řûy çûm be muştaqî keçî
zułfî kafir ḧusnî wa bomin meḧałî çîn eba?
perçemî tatay şikandî qedrî şewbo û yasemîn
pêkenînî ḧurmetî guł şekker û hengiwîn eba
ger biçête seyrî gułzar û çemen ew dulbere
abřûy gułxunçe û lale û ḧeyay nesrîn eba
dastanî ’eşqî yarî min bizanin xełkî ger
zeḧmete kê nawî ’eşqî koken û şîrîn eba
şa’îrî kurde kemalîNasnava edebî fîkirî bîkir û wirdî ew
wa řewacî şî’rekanî şa’îrî pêşîn eba