şukur tîrî mujey ew şoxe qet amancî win naka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  504 Dîtin
şukur tîrî mujey ew şoxe qet amancî win naka
le her layêkî bigrê em diłî zamdare kun naka
legeł eẍyar û yara da’îma řûxoşe ew şoxe
le bedbextîme řûy lutif û kerem hergîz le min naka
tikay lêm kird witî bimxiwaze dinya zû cewabim da
witim însanî ’aqił meylî wesłî pîrejin naka
kemalîNasnava edebî çon le ḧeşra ferq eka cennet legeł dozex
ewende şête sofî ferqî kerkûkCih û «tisin» naka