debê quř kem beserda xełke wa dîsan nîgar eřwa
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
497 Dîtin
debê quř kem beserda xełke wa dîsan nîgar eřwa
wekû bulbul binałim çake çunke newbehar eřwa
zubanî łał bê boç wa zû xurûsî subḧedem xwêndî
şewî wesiłim beserçû mewsimî bos û kenar eřwa
le dêhatî ebê sûçî çi dîbê yarî bê řeḧmim
kutupiř wake zû bêzar bû lêman řû be şar eřwa
be peykanî mujey pêkamî ew bê řeḧme way zanî
ke tîrî řosteme û bo dîdenîy esfendyar eřwa
eger mirdî le sardî mîhrî dehrî dûn mebe ’aciz
zewałî dê emîş wek befrekey pêrar û par eřwa
kemalîNasnava edebî bo nîsarî meqdemî canan temaşake
ke eş’arim duř û gewher qetar ender qetar eřwa