meşhûre ełên şêr ke birsî bû

amojgarî bo lawekan
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  386 Dîtin
meşhûre ełên şêr ke birsî bû
le bêşekey xoy yete derê zû
egeřê be taw le deşt û sara
heta nêçîrê zû bikat peyda
ke nêçîrî dî xwênî emjê
têkî eşkênê aza eykujê
têrî lê exwa û egeřêtewe
le paş ew řêwî esûřêtewe
edozêtewe zû paşmawey şêr
têrî lê exwa ca řêwî bê xêr
hendê merd heye herwekû şêrin
nebez û gewre û aza û dilêrin
zor koşiş eken hetakû emirin
minetî bawkî xoşyan hełnagirin
peyda eken û têrî lê exon
paşmawekeyan cê dêłn eřon
le paş maweyek însanî temeł
têr ebê herwek mam řêwîy deẍeł
paş mawe mexo wek řêwî kake
şêr be paşmawey to bixon çake