xetî da řûmetî ey małî wêranim qemer gîra
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
1 Xulek
555 Dîtin
xetî da řûmetî ey małî wêranim qemer gîra
be tîpî ceyşî hîndî ke’be wa bê şoř û şeř gîra
diłî birdim be naz ew çawe mexmûrane sersamim
be ask beççeyek çon wa besehlî şêrî neř gîra
nebû hergîz deway derdî diłim ta yarî bê řeḧmim
îcazey da le lêwî bo ’îlacim guł şeker gîra
le pêç û tawî dawî zułfî yara ḧepse ger ’aşiq
şehî îqlîmî hînde wa mezane bê semer gîra
le sînemda diłim beynê bû win bû bê ser û bê şwên
le koy ew dilbere bê řeḧmeda dwayî be ser gîra
şika bazarî qendî mîsir û belcîka le naw kurda
le şî’rî to kemalîNasnava edebî şekker û qend hênde wergîra