ḧezretî ’îsa řojê le řojan

ledest pyawî ker
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  659 Dîtin
ḧezretî ’îsa řojê le řojan
le sarayekî çoł û byaban
řay’ekird xêra wekû babirdû
le piř zelamê le řê tûşî bû
’erzî kird witî řesûlî řeḧman
boç wa řa’ekey tuxuda qurban!
cwabî dayewe witî birader
wa fîrar ekem le dest pyawî ker
kabra ’erzî kird to pêẍemberî
řesûlî xudayt gewre û serwerî
çak ekeytewe gul û kwêr û geř
mirdûy sed sałe ehênîteder
zû zîndû ebê dête ser dunya
bot beyan eka hewałî ewla
le dest pyawî ker çon ekey fîrar!
řastîm pê biłê řesûlî nazdar
fermûy ke nawî xuday dadger
exwênim xêra gul û kwêr û geř
çak ebêtewe be yek leḧze û an
zîndû ebê zû mirdûy gořistan
beser însanî kera eyxiwênim
hîç lêy kar nakat doş da’emênim
çunke nexoş wek kwêrî bełaye
bełam kerêtî qehrî xudaye
be emrî xuday gewrey dadger
du’a kar nakat le însanî ker