çerxî keçřew’îşî seyre çaweřwanî hel eka

Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
 1 Xulek  352 Dîtin
çerxî keçřew’îşî seyre çaweřwanî hel eka
da’îma kasey serî kîsra be kasey kel eka
karî dinya êste gořawe hemûy tê efkirim
meşqî nûsîn her be kwêr û ẍar be espî şel eka!
fîke ger da’îm biray bêt lêre wa lem ’esreda?
keşfî zeřatîş be çawî xêlî mam eḧwel eka
ser le ’alem hênde şêwawe ebînim cahîlêk
nutiq eda ’eynen le mîster êdinNava taybet û çerçelNava taybet eka
min le bîrim dê ke tûtî xoşewîst bû seyr ekem
’aqłî em dewre êsta ḧez le bûm û qel eka!
mame řêwî mafî şêrî lê eda keyfî heye
şêrî neř wek řêwî mate çaweřwanî gel eka
em cîhane sînemaye dêt û eřwa zû be zû
şête herkes yadî mazî û basî musteqbel eka