wa egêřnewe mecnûnî şeyda
wefadarî (le seydî hewramanîyewe)
Li pirtûka:
Dîwanî Kemalî
Berhema:
Kemalî (1886-1974)
3 Xulek
573 Dîtin
wa egêřnewe mecnûnî şeyda
çend řojê be şwên leylda egeřa
le sara û deşta derûn le xem keyl
bê şerim egrya bo leylî piř meyl
řojê le řojan be diłey xembar
řêgay kewte lay hewargekey yar
seyrî kird xêłî bawanî leyla
barî kirduwe zor day teqella
hîç kesî nedî dîwarê mabû
ke wa be destî leylê kira bû
destikirdî leylay şoxî nazdar bû
sêberî şîfay qeysî bîmar bû
lew sêbereda mecnûnî dił řêş
danîşt zamanî kemê bû sařêş
seyrî kird segêk lawaz û zamdar
kewtuwe lejêr sêberî dîwar
ełêsêtewe be zuban zamî
řeş buwe wekû dewar endamî
çuwe berdemî mecnûnî şeyda
gelê bezeyî hatewe pêyda
witî pasewanî řeşmałî diłdar
êşkiçî leyla şewan lay dîwar
çerxeçî şewan le sara û le deşt
bebrî şêr şikar bo askî çeşt
em ḧałe çîye çît lê qewmawe?
ełêy endamit be tîẍ cinrawe!
bo çî paş leylê şay beynetdaran
her to cêmawît wa le hewaran!
le paşan mecnûn seyrî saray kird
řawkerêk ehat be řêwe le herd
askî kuştibû û dabûy be şana
be gurcî ehat le byabana
çû bo lay řawker mecnûnî bedḧał
ke wekû geda lêy bika swał
witî ey řawker be ’eşqî pîrit
emřo bibexşe be min nêçîrit
řawker merdane be diłî meḧzûn
laşey askekey daye dest mecnûn
mecnûn askekey qîmekird be tîx
cerg û diłekey xêra da le sîx
be diłî piř şûr hîcran birdewe
be giřî derûn agirî kirdewe
kirdî be kebab be diłî sûtaw
xwêy kird azane be firmêskî çaw
day be segeke be talûke û dew
witî ey hejar bê xorak û xew
eme kebabî qeysNava taybet y kujrawe
çunke nexoşît bo tom hênawe
fermû noşî ke şîfay cestet bê
merhemî zamî leşî xestet bê
çend řoj goştî xward ca segî hejar
zamî sařêj bû tewaw beyekcar
hêzî le goştî kebab bû taze
hełsa le deşta kewte cambaze
be ẍar destibecê çû bo lay leylê
xoy xiste dawên xakî pay leylê
lewe paş mecnûn her katê eçû
ke têr bibînê leyl be arezû
ew sege eçû wek xawen faman
dawênî mecnûnî egirt be didan
ey bird bo xizmet meḧbûbî nazdar
heta be ḧałî nezanê bedkar
mecnûn be dîdar leylê ebû şad
xermanî xemî xoy eda be bad
ger wa nebwaye mecnûnî hejar
hergîz ney’edî meḧbûbî nazdar
dad le dest cewrî bedxuyî řeqîb
nayełê diłdar yar bê be nisîb
goşt bidey be seg wa wefadare
genc be be bedkar her cefakare