le afaqî jyanî nahumêdim xendekey bayî
xendekey bayî
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
3 Xulek
1357 Dîtin
le afaqî jyanî nahumêdim xendekey bayî
firîştey pakî hîwamî nîşan dam wa ke bîdwênim
piřîşkî tîşkî estêrey cwan îmşew be espayî
be sozê hate nêw kuncî diłî tarîkî piř xwênim
desa dey mesderî hestî
de xêra laderî pestî
were ta min be řazî to nemamî şadî biřwênim
cwanî xunçeyê bû wa ke pencey řazî řakêşay
de seyrî çend be wesłî zułfî xawit şad û mesrûre
leřûy řastî etoş wek ew gułêkî çîmenî dinyay
keçî tacî diłî hêşta diłit lem ḧałe řencûre
be xendey nermî diłpakît
exum swêndê be řûnakît
eger hestê be jîn wa bê le cergî řastya dûre
hemûy nûrî jyane feyz û nûrî asmanî şîn
hemû çepłey guşadî lê eden herçî ke eybînî
le ser em xake gerdêkîn, de êmeş řû le şadî bîn
feramoşî bikeyn carê, çejey taławî ẍemgînî
be dił řûnî û řû xoşî
be xende nek be xamoşî
binoşîn camî diłdarî leberkeyn bergî nemrînî
de hełse ba bîna keyn me’bedî pîrozî diłdarî
le tîşkî řoj le şewqî mang, le řengî pelke řengîne
ke her kamey biłêy pake le kirdey qudretî barî
nîşaney kirdigarêke û binaẍey peyřewî dîne
le şwênê piř le hestî bê
keristey xoşewîstî bê
le nêw em baẍe bê cêgey ke tom lê dît le hawîna
le pelkî taze pişkutûy nejakawî gułî nesrîn
kirasêkî sipîy bêgerd dirust ke şeng û damen şoř
leber ke û zułfî zêřînit beserya bêne xwar çîn çîn
perî tîm tîm, be řaz û naz, le bot bênin binewşey mor
be awazu newa û tescîl
bihonin pêçekey îklîl
biben kiřnuş, biłên: ey şox, perî zadey giznigî xor
ewa îklîlî diłsozî û diłaramît ekeyn pêşkeş
ke her çepkey xem û mil keç siruştî necewanêke
nîgarê bû, be nakamî be giryawî, be êş û nêş
le jîn řoyî ewêstake hewênî dastanêke
be yadî ew diłey tînû
ke çon hat û wehaş derçû
biřo naw abde û seyrî çe pîroz cawîdanêke
were nêw abdet ta min leber pêt dabdem ejno
leber wey nadłaramî leber wey çunke bałayî
xuday şî’ir û perî hîway biłêsey hestî berzî to
hewałî hawřeg û xwênî firiştey şoxî mîdyayî
le řûy çake û wefadarî
be yadî camî diłdarî
le mestî xoşî bimhêłî diruşmî xendekey bayî