le afaqî jyanî nahumêdim xendekey bayî

xendekey bayî
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 3 minutes  906 views
# le afaqî jyanî nahumêdim xendekey bayî firîştey pakî hîwamî nîşan dam wa ke bîdwênim # piřîşkî tîşkî estêrey cwan îmşew be espayî be sozê hate nêw kuncî diłî tarîkî piř xwênim # desa dey mesderî hestî # de xêra laderî pestî # were ta min be řazî to nemamî şadî biřwênim # cwanî xunçeyê bû wa ke pencey řazî řakêşay de seyrî çend be wesłî zułfî xawit şad û mesrûre # leřûy řastî etoş wek ew gułêkî çîmenî dinyay keçî tacî diłî hêşta diłit lem ḧałe řencûre # be xendey nermî diłpakît # exum swêndê be řûnakît # eger hestê be jîn wa bê le cergî řastya dûre # hemûy nûrî jyane feyz û nûrî asmanî şîn hemû çepłey guşadî lê eden herçî ke eybînî # le ser em xake gerdêkîn, de êmeş řû le şadî bîn feramoşî bikeyn carê, çejey taławî ẍemgînî # be dił řûnî û řû xoşî # be xende nek be xamoşî # binoşîn camî diłdarî leberkeyn bergî nemrînî # de hełse ba bîna keyn me’bedî pîrozî diłdarî le tîşkî řoj le şewqî mang, le řengî pelke řengîne # ke her kamey biłêy pake le kirdey qudretî barî nîşaney kirdigarêke û binaẍey peyřewî dîne # le şwênê piř le hestî bê # keristey xoşewîstî bê # le nêw em baẍe bê cêgey ke tom lê dît le hawîna # le pelkî taze pişkutûy nejakawî gułî nesrîn kirasêkî sipîy bêgerd dirust ke şeng û damen şoř # leber ke û zułfî zêřînit beserya bêne xwar çîn çîn perî tîm tîm, be řaz û naz, le bot bênin binewşey mor # be awazu newa û tescîl # bihonin pêçekey îklîl # biben kiřnuş, biłên: ey şox, perî zadey giznigî xor # ewa îklîlî diłsozî û diłaramît ekeyn pêşkeş ke her çepkey xem û mil keç siruştî necewanêke # nîgarê bû, be nakamî be giryawî, be êş û nêş le jîn řoyî ewêstake hewênî dastanêke # be yadî ew diłey tînû # ke çon hat û wehaş derçû # biřo naw abde û seyrî çe pîroz cawîdanêke # were nêw abdet ta min leber pêt dabdem ejno leber wey nadłaramî leber wey çunke bałayî # xuday şî’ir û perî hîway biłêsey hestî berzî to hewałî hawřeg û xwênî firiştey şoxî mîdyayî # le řûy çake û wefadarî # be yadî camî diłdarî # le mestî xoşî bimhêłî diruşmî xendekey bayî