kikû kikû kû kû kû

kotre barîke
Li pirtûka:
Dîwanî Diɫdar
Berhema:
Diɫdar (1918-1948)
 1 Xulek  1227 Dîtin
kikû... kikû... kû... kû... kû
besye nûstin xewałû
çaw hełêne heste zû
helî jînit le dest çû
kikû... kikû... kû... kû... kû
tîşkî zêřînî řojsa
lûtkey befrînî çya
řûn kird û tarî nema
le zengî zîndegî da
kikû... kikû... kû... kû... kû
haw melim melî biçûk
le xew řaperî çabûk
bo xebat çust û leş sûk
kewte geřan wek mekûk
kikû... kikû... kû... kû... kû
lelay ’alem nîweřo
hêşta şewe lelay to
bê řenc kê jîwe axo?
nûstin û tembełî bo?
kikû... kikû... kû... kû... kû
řêgey jyan wek sefeyn
hewraz û sext û befrîn
naw xoş û bargiran jîn
hełse le xew ba nemrîn
kikû... kikû... kû... kû... kû
kikû... kikû... kû... kû... kû
besye nûstin xewałû
çaw hełêne hełse zû
helî jînit ledest çû
kikû... kikû... kû... kû... kû