kikû kikû kû kû kû

kotre barîke
From the Book:
Dîwanî Diɫdar
By:
Dildar (1918-1948)
 1 minutes  805 views
kikû... kikû... kû... kû... kû
besye nûstin xewałû
çaw hełêne heste zû
helî jînit le dest çû
kikû... kikû... kû... kû... kû
#
tîşkî zêřînî řojsa lûtkey befrînî çya
řûn kird û tarî nema
le zengî zîndegî da
kikû... kikû... kû... kû... kû
#
haw melim melî biçûk le xew řaperî çabûk
bo xebat çust û leş sûk
kewte geřan wek mekûk
kikû... kikû... kû... kû... kû
#
lelay ’alem nîweřo hêşta şewe lelay to
bê řenc kê jîwe axo?
nûstin û tembełî bo?
kikû... kikû... kû... kû... kû
#
řêgey jyan wek sefeyn hewraz û sext û befrîn
naw xoş û bargiran jîn
hełse le xew ba nemrîn
kikû... kikû... kû... kû... kû
#
kikû... kikû... kû... kû... kû besye nûstin xewałû
çaw hełêne hełse zû
helî jînit ledest çû
# kikû... kikû... kû... kû... kû