fesłî dwanzehem

Li pirtûka:
Te’rîxî Caf
Berhema:
Kerîm Begî Caf (1885-1949)
 5 Xulek  1152 Dîtin

beḧsî adabî caf bo begzade û ře’îsyan û emane be çend teklîf mukellef bûn ke bîden be ře’îsî xoyan:

teklîfî ewweł «xerc» buwe. em xerce ’îbaret buwe leme kullî małê le ’eşîretî caf -danîştû û geřyaw- mukellef buwe le bîst qiranewe ta hezar qiran, le bîst qiran kemtir û le hezar qeran zyatir nebuwe. eme le defterêkî esasîy ře’îsanî cafda qeyd buwe û emeyan dawe be ře’îsî caf. em xerce be sûretî qet’î nefewtawe. eger małêkî cafî muradî çûbête xakî êran, çe le qesrî şîrîn û çe zehaw û çe horên û şêxan, me’mûr çuwe lêy senduwe û le her cêgeyek le lîway silêmanî û lîway kerkûk naw her ’eşîretê çûbin lêyan sendûn. eger saḧêb małê bimirdaye be îrsî ew xerce ehate ser kuřî bo gim nebûnî małî caf û teḧsîl kirdinî em xerce çe bo geřyaw we çe bo danîştû, nizîkî sî kes me’lûm kirabû pêyan ewt «sûryaş». emane xoyan û bawik û bapîryan wezîfeyan bû małyan lenaw cafda bû, le weqtî payz ke xerc esênra ḧazir ebûn û letek kuře begzadey caf û swarey piştimałeda taqim taqim eçûn bo xerc sendin.

le fîrqekanî caf nizîkî heşt, no kes nebê ke miḧemed paşa le xerc ’efûy kirdibû, ewanîş mukellef bûn bew xerce bîden, swarey xusûsî ’emełe û piştimałe û sedanî û bedaxî, emane xarîc bûn le xerc. caf meger ře’îsî fîrqey sedaqet we xizmetêkî zor çe le qedîm kirabê ya taze, ew ře’îsî fîrqe kirdibêtî be ře’îsî ’umûmî ew ře’îsî fîrqe le xerc ’efu kirawe. em xerce bo ře’îs û begzade, le geřyaw û danîştû, ’umûmî sałî dwanze hezar lîrey ’usmanî zyatir bû.

teklîfî duwem eme buwe pêyan wituwe «sûrane». eme ře’îsî ’umûm neysenduwe, ḧewałey swarey piştimałe buwe, herkes le geřyaw û danîştû, jinêkî lenaw xoyda ya be ẍeyrî caf be şû dirabê, eger dewłemend bwaye maynê ya hêsrê ya tifengê, le tifengî ew weqte û eger weset buwaye gayekî çak û eger feqîr bwaye bîst qiranî dawe. we eger pyawê le caf jinêkî ẍeyrî caf bixiwastaye sûraneyan lê ne’esendin.

teklîfî sêyem eme buwe eger pyawêkî caf bikujraye lenaw xoyda hezar qiran, ke xwênî carîyey ’eşayre, sêsed qiran lew pareye ’aydî ře’îs buwe. em xwêne xwênî pyawî wesetî caf buwe. eger ře’îsî fîrqeyê xoy ya kuřî ya biray bikujraye ta sed lîre û mayn û tifengîş legeł jinêka ke bo warîsî kujraw mare bikirê.. le terefî qatîlewe dirawe. emma be eẍłeb le beyna leser ew xwêne şeř waqî’ buwe. ře’îs be telaşêkî zor musaleḧey pê kirdûn.

teklîfî çwarem: pênc yekî ḧuqûq buwe, ye’nî eger kesê le caf şikatî bikirdaye le yekêkî tir bo sed qiran ya hezar qiran, ta herçend swarey xusûsîy ře’îs eřoyî, ew pareyey le dawalêkiraw esend bo dawaker, pênc yekî ew pareye ḧeqî sware buwe, mewafîqî şer’ teḧsîl kirawe. em hemû swarey xusûsîye daymen xałîy nebuwe, hîç weqtê nebuwe dûsed kes şikatker nebê, daymen le hatûçoda bûn û kullî sałê ḧewt hezar libad le caf senrawe, we heşt hezar ḧoqey silêmanîy řon dirawe be ře’îsî ’umûm û ew begzadaney ke saḧêb êl bûn. teklîfî řonane û libadane ta te’rîxî hezar û dûsed û newed û pêncî hîcrî dewamî kirduwe.

we řesmî cezaş bo ře’îs buwe. ḧetta xom le fikirim dê, we gewre bûm, ’eşîretî terxanî letek řoẍzadîda şeřyan bû, çwar, pênc kes le beyna kujra bû, bê xeberî meḧmûd paşa musaleḧeyan kird. meḧmûd paşa leme ’aciz bû. tirxanîy cerîme kird, sêsed gacût û penca mayn û penca tifengî ceza lê sendin le te’rîxî hezar û dûsed û pêncî hîcrîda, wekû nûsrawe, begzadekan çunke be ’umûm bûn be saḧêbî mułk û tapoyekî zor, řesmî řonane û libadyan leser ’eşreteke labird. emma xerc û sûrane û ceza û pênc yekî ḧuqûq ta te’rîxî hezar û sêsed û bîst û şeşî hîcrî dewamî kird.

le dway înqîlabî ’usmanî xerc nema, caf mukellef bûn be eẍnamî neqdî û řesmî pênc yekî ḧuqûqî şexsî le zemanî řyasetî minîşda bo sware mabû.

adabî caf bo gewrey xoy le gelê ’eşîret çaktire. edebyan derḧeq be gewre zore, le ’umûmî caf bîst û pênc kes ḧeqî danîştinî meclîsî ře’îs û be’zê le begzadey heye û ’eşîretî tir bo gewreyan wa nîn. ’umûmyan wekû yek ferqyan nîye.

ře’îsî axryan ke xom bûm û le te’rîxî hezar û nosed û nozdey mîladîda be emir û teşkîlatî ḧukûmetî îngilîs bûm be ře’îsî ’umûmî caf we ew teşkîlate ta hezar û nosed û bîst û pêncî mîladî dewamî kird û îdarem kirdin û lew te’rîxewe teşkîlateke nema. umêd ekem ke dwakewtuwanim terzî îdarem daxłî seḧîfey em te’rîxe biken û umêdekem le ḧeq la neden, çunke zemanî min zemanî miḧemed paşa û meḧmûd paşa nebû.