fesłî syanzehem

Li pirtûka:
Te’rîxî Caf
Berhema:
Kerîm Begî Caf (1885-1949)
 5 Xulek  1543 Dîtin

beḧsî ew şeřaney cafe ke lenaw xoyda û letek ẍeyrî cafa bûyane:

le te’rîxî hezar û sêsed û yekî hîcrîda ’eşîretî şatrî û harûnî û kemałeyî û sedanî be ’umûm derḧeqî řoẍzadî û terxanî le merîwanNava taybetda îttîfaqyan kird le naḧyey pênciwînNava taybet, weqtî payz ke bo şarezûr ehatin, çûn be gij terxanî û řoẍzadîya le qełay xaw, ke sê se’at le pênciwênewe dûre û xakî êrane, şeřêkî zor xirap û gewreyan bû, lew şeředa sed û penca kes le şatrî û baqîy fîrqekanî tir kujran, řoẍzadî û terxanî muwefeq hatin nizîkî panze kesyan lê kujra, em şeře lenaw caf meşhûre be «şeřî qełay xaw». em şeř û duşminayetîye dewamî kird takû hezar û sêsed û dûy hîcrî, le weqtî zustanda le qezay kifrî em def’eye ẍeyrez mîkayełî û ’emełe û piştimałe baqîy tirî cafî qezay kifrî letek şatrîda leşkiryan řakêşa bo ser řoẍzadî û terxanî le gamexeła, ke mewqî’êke le keweřê, bû be şeřyan. çil kesî tir le leşkirî baqîy caf kujra, we em def’eyeş mwefeqî le terefî řoẍzadî û terxanîwe bû, we le řoẍzadî de kes kujra, emma pyawî gewre û nawdaryan. em şeřî duweme pêy ełên «şeřî gamexeł».

şeřî sêyemyan le şarezûr bû le te’rîxî hezar û sêsed û noy hîcrîda le paş em dû şeře meḧmûd paşa musaleḧey kirdin û le ’eynî te’rîxî hezar û sêsed û noy hîcrî da terxanî letek řoẍzadîda şeřêkyan bû pênc, şeş kes le beynyana kujra. terxanî le řoẍzadî cya bûnewe, letek şatrî û baqîy cafda bûn be yek, we çûne ser řoẍzadî, řoẍzadîyan tałan kird. emma kujraw le terefeyn sê, çwar kes bû, em şeřîşe pêy ełên «şeřî darî qelan». lepaş em şeře şeřî nawdar û me’lûm nebuwe. terxanî û řoẍzadî bûnewe be yek û musaleḧeyan kird û şeřneman takû îmřo dewam ekat.

we terxanî û řoẍzadî hem letek dawdeda ḧewt şeřyan buwe, eweł û axir le dawde sed û penca kes kujra û le řoẍzadî û terxanî sî kes kujra, ta te’rîxî hezar û sêsed û sîy hîcrî duşminayetîyan dewamî kird, îste dostin. le ḧeq lanadem dawde ’eşîretêkî zor aza û be îqdamin û le şeřda koł naden û muqabeley řoẍzadî û terxanîyan ekird.

we le zemanî řyasetî miḧemed paşaşa letek hewramanî textida caf şeřî buwe. menşe’î em şeře eme buwe: begzadeyekî wełedbegî le terefî ḧeyder begî bapîrî meḧmûd xanî merîwanewe ekujrê. ḧeyder beg řa eka bo naw hewramî. ’umûmî caf leşkir ebene ser hewraman û nizîkî sed kes le hewramî ekujin û eḧmed begî basam beg ke ře’îsî hewramî ebê ekujrê. we em şeře meşhûre be «şeřî çemî şamyan» û le te’rîxî hewramîda mufeselen em şeře nûsrawe, çunke le ḧewtised sał lemewberewe hewramîyekan te’rîxêkî xusûsî xoyan heye û îmřoş baqîye, we le hewramanî texte ke pêy ełên «pîr řostem».

lem new’ane zore bînûsim leber tûlpêdan serfî nezerim lêkirdin û xatîmem bem te’rîxe da.

«û silî alilh ’ilî sîdna miḧimd û alh û siḧbih û silim tislîma kisîra»Erebî

egerçî xatîmem be te’rîxeke dawe emma ke bîrim kirdewe le cafî êran û cafî daxłî ’êraq pênc tayfem daxił nekirduwe û çwar tayfeyan daxłî xakî êrane û yekêkyan daxłî ’êraqe û le jêrewe ’ededî mał û ’ededî sware û pyadeyan legeł îsmî gewrey tayfekeyan û cêgey zûsan û hawînyan mwafîqî em cedweleye:

cêgey hawîn cêgey zistan îsmî gewre ’ededî pyade ’ededî sware ’ededî mał îsmî tayfe
nîşî deştî kirin zehaw weys mirad 100 100 400 girê kuřî û wirde girê kuřî
ney lek zehaw samrad sirilk 150 60 300 qełxan çek
ḧefit kanî û giłezerd tengî ḧemam kerîmî miradxan 40 20 100 ney lekî le cafî ’êraq danîştun
... ... kwêxa ḧeme emîn û kwêxa se’îdî casne û sayre 800 300 2000 cafe řeşke le sirurtaş û sêder û şaristên û ew nawe danîştûn