fesłî yanzehem

Li pirtûka:
Te’rîxî Caf
Berhema:
Kerîm Begî Caf (1885-1949)
 5 Xulek  1291 Dîtin

beḧsî kuřezakanî miḧemed paşaye.

miḧemed paşa wekû nûsîwmane ḧewt kuřî buwe: meḧmûd paşa, ’usman paşa, ḧesen beg, siłêman beg, miḧemed ’elî beg, qadir beg û fetaḧ beg.

qadir beg ewladî nebuwe.

meḧmûd paşa çwar kuřî buwe: keyxusrew beg, ’elî beg, ḧiseyn beg û eḧmed beg. keyxusrew beg îmřo kuřêkî le ḧeyatdaye ke nawî ’ebdułła bege û dû kuřî çakî bû le ḧeyatî xoyda mirdin û ’elî beg tenha kuřêkî heye ḧesen begî nawe, xoy wefatî kirduwe û ḧiseyn beg berḧeyate, sê kuřî heye, gewreyan nawî ’ebdułła bege, eḧmed beg wefatî kirduwe, kuřêkî heye ’umrî de sałane, nawî şewket bege û keyxusrew begîş be řeḧmet çuwe.

’usman paşa pênc kuřî buwe: mecîd beg, tahîr beg, miḧemed se’îd beg, ’îzzet beg û eḧmed beg. mecîd beg û tahîr beg û miḧemed se’îd beg be řeḧmet çûn, mecîd beg tenha kuřêkî heye ke nawî ḧemîd bege û îste qa’îm meqamî çemçemałe û ḧemîd beg şeş kuřî heye, gewreyan nawî burhan bege, tahîr beg tenha kuřêkî heye nawî mes’ûd bege. we miḧemed se’îd beg tenha kuřêkî heye nawî dawid bege, dawid begîş kuřêkî heye nawî kerîm bege.

we ’îzzet beg berḧeyate, kuřêkî heye nawî ’elî bege, eḧmed begîş ke leḧeyatdaye, kuřêkî heye nay efrasyaw bege.

ḧesen beg ke be řeḧmetî xwa çuwe, kuřêkî le dwa becê mawe û îste mudîrî warmawaye, nawî ḧiseyn bege. çwar kuřî heye gewreyan miḧemed begî nawe.

siłêman beg ke ewîş be řeḧmetî xwa çuwe, pênc kuřî buwe: miḧemed řeşîd beg, ḧesen beg, ḧacî îbrahîm beg, ’ebdulqadir beg û miḧemed beg. miḧemed řeşîd beg be řeḧmetî xwa çuwe, yek kuřî heye nawî ’elî bege û îste leser kokis danîştuwe beser mułkî xoyewe. ḧesen begîş be řeḧmetî xuda çuwe, dû kuřî heye. miḧemed beg û miḧemed řeşîd beg herdûkyan le kokis beser mułkî xoyanewe danîştûn.

ḧacî îbrahîm beg berḧeyate le dekke danîştuwe, kuřêkî biçûkî heye nawî ’ebdulqadir bege û îmřo le ’umûmî begzadey keyxusrew begî be sał gewretre û pyawêkî zor çak û mweffeq leser ta’ete. ’ebdulqadir begîş berḧeyate, ewîş le dekke beser mułkî xoyewe danîştuwe û miḧemed beg lepêş jin hênanda be řeḧmet çuwe.

miḧemed’elî beg ke xoy be řeḧmet çuwe sê kuřî zor çakî bû le paş xoy, le zerfî sałêkda le te’rîxî hezar û nosed û hejdey mîladîda, cemîl beg û edhem beg û miḧemed beg le beynî sê mangida em sê kuřey mirdin.

cemîl beg dû kuřî le dwa becê mawe: cemal beg û enwer beg.

edhem beg ewladî nebû.

miḧemed beg ber le jin hênan mirduwe û serwetêkî zor le dway miḧemed ’elî beg mayewe, dû beşî cemal beg le nawîda û beşêkî bo enwer beg mawetewe û qadir beg -zataًErebî- nûsîwmane bebê ewlad mirduwe.

fetaḧ beg ke be řeḧmet çuwe le te’rîxî hezar û sêsed û bîst û pêncî hîcrîda şeş kuřî ledwa becê mawe: kerîm beg, řeza beg, miḧemed beg, ’ebduřeḧman beg, eḧmed beg û dawid beg û her şeşyan han le ḧeyatda. kerîm beg dû kuřî heye: miḧemed’emîn beg û mistefa beg we řeza beg çwar kuřî heye: xalîd, meḧmûd, ’elî û cemîl.

we miḧemed beg kuřêkî heye nawî se’îd bege.

’ebduřeḧman beg û eḧmed beg jinyan hawirduwe emma kuřyan nye û dawid beg jinî nehawirduwe.

begzadey keyxusrewbegî ke kuřeza û kuřezazay miḧemed paşan, ewaney ke îmřo mewcûd û berḧeyatin û le qezay ełebce û lîway silêmanî û kerkûk û qezay xaneqî danîştûn, ’îbaretin leme ke le serewe nûsrawe û begzadey baram begî pyawî me’lûmyan mistefa begî ’ebdułła paşa û eḧmed begî miḧemedsałḧ beg ke îmřo meb’ûse û birayekî heye nawî ’îzzet bege û ’elî begî řostem beg û tofîq begî qadir beg letek emîn begî biraya... emane pyawe me’lûmekanî begzadey baram begîn.

we begzadey wełedbegî me’lûmekanyan: miḧemedse’îd beg, ḧesen beg, ’elî beg, eḧmed begî miḧemed beg, ḧiseyn begî biray ’elî bege. we nizîkî çil kesêkî tir wekû kuř û kuřezay yar’eḧmed beg û kuř û kuřezay ’ezîz beg, ḧiseyn beg û ’ezîz begî ḧebîb beg, emane mewcûdin, han lenaw caf û şarezûrda le qezay ełebce.