serapa bende endamim le qeydî sîḧrî cadûyê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  543 Dîtin
serapa bende endamim le qeydî sîḧrî cadûyê
ferengî mezhebê, tersamîzacê ateşî xûyê
be îma qatîlî ’uşşaqe dîdeyî mest bêmarî
deka seydi’efgenî seyyadî xûnřêzim be ahûyê
wefa naka beła bem mûmyaney min serî yek mû
eger her mûm zubanê bêt û derka her zuban mûyê
serenguştî gezî řahîb ke dîy xałê le muhrî řû
beseryada witî: hemmenziłî ’îsaye hîndûyê
xizirNava taybetasa diłim abî beqay noşî le xwey ’arîz
ke şewhay zułmetî tey kird le ḧelqey çînî gêsûyê
le sayey tûbeya zexmî deşon meḧşer le kewser ḧûr
berê her kes le dunyada birînî tîẍî ebrûyê
ḧîcabit ba be narî arezû, salimNasnava edebî nesûtênê
le çakî came bo def’î tebî, sa derxe lîmûyê