daẍî kirdim be cefa laleřuxê, zêbayê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  407 Dîtin
daẍî kirdim be cefa laleřuxê, zêbayê
pîrî kirdim be sitem lamezebê, tersayê
tîzbîn wextî sitem, gahî kerem bê beserê
le wefa hîç nedanê, be cefa danayê!
yarî eẍyarxuyê, mu’mînî kafirsîfetê
xwêşî duşmin řewşê, qatîlê, bê perwayê
qewm bêganedłê, xûnřesê, xûnî hewesê
serkeşê, řast qedê, keçřewşê, ře’nayê
namusułman senemê, xûnî musułman řîzê
serkeşê, tundixiwê, diłişkenê, xudřayê
hoş û ’eqił û xîredî bird be taracî nîgah
zîrekê, saḧîreyê, piřxîredê, danayê
qîsseyî ḧałetî ew keşfe le řom û ’ecema
nîye wek «salimNasnava edebî»y sergeşte ebed, řîswayê