serapa bende endamim le qeydî sîḧrî cadûyê

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  542 views
serapa bende endamim le qeydî sîḧrî cadûyê
ferengî mezhebê, tersamîzacê ateşî xûyê
be îma qatîlî ’uşşaqe dîdeyî mest bêmarî
deka seydi’efgenî seyyadî xûnřêzim be ahûyê
wefa naka beła bem mûmyaney min serî yek mû
eger her mûm zubanê bêt û derka her zuban mûyê
serenguştî gezî řahîb ke dîy xałê le muhrî řû
beseryada witî: hemmenziłî ’îsaye hîndûyê
xizirNamed-Entityasa diłim abî beqay noşî le xwey ’arîz
ke şewhay zułmetî tey kird le ḧelqey çînî gêsûyê
le sayey tûbeya zexmî deşon meḧşer le kewser ḧûr
berê her kes le dunyada birînî tîẍî ebrûyê
ḧîcabit ba be narî arezû, salimPen name nesûtênê
le çakî came bo def’î tebî, sa derxe lîmûyê