bêm řeqem kem ger le şerḧî ẍem kemê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  590 Dîtin
bêm řeqem kem ger le şerḧî ẍem kemê
matemê degrê derûnî ’alemê
bête yadim her seḧergeh řûyî to
dê beser řûma leher çawim yemê
çawî min mexfî deřêjê eşkî xwên
nek bizanê derdî dił nameḧremê
ta be key lem kare kotahî dekey?
ey tebîbî derdî karî merhemê
bendî dêwî mîḧnete kawwisî dił
sa le wesiłit bo necatî řostemê
bo minî piřẍem çi ḧasił terfî baẍ
xasse gułgeştî çemen bo bêẍemê
suḧbetî ḧûr û beheşt û kewsere
coybar û sebzezar û hemdemê
dîde nabînê beẍeyrez zułfî yar
her teref wek karî salimNasnava edebî derhemê