bendî kirdim be cefa lamezebê piřistemê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  501 Dîtin
bendî kirdim be cefa lamezebê piřistemê
nemekî řîte birînim nemekîn leb senemê
cîlwe tawus û nîgeh ahû û duřřac xeram
tûtî awaz û humasaye û feřřux qedemê
neqiş çîn, bûyî xeta, xûyî feřeng, mûyî ḧebeş
hîndûyî xał û ’ereb dîde, nezaket ’ecemê
yek nîgeh řewneqî baxî îremî xiste diłim
diłberê laleřuxê gułbedenê ẍunçedemê
gencî kuncî lebî řagirt û witî: bigre biřo
fazîlî fezil welî mun’îm ḧatem keremê
weh lepaş řencî çi gencê bû le kuncî dest kewt
çi kerîmêke ke derwêşî ẍenî kird be demê
ta zuban qufłe le kuncî lebî genca salimNasnava edebî
gencî şahî nîyetî qurbê beqedrî diremê