be pabosî le qedta tuřře ta key çîn be çîn deřjê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  501 Dîtin
be pabosî le qedta tuřře ta key çîn be çîn deřjê
wekû baranî řeḧmet her leserda bo zemîn deřjê
demî hîcirit şewê ger bête yadim lezzetî boset
le lêwî wişkî bê awim seḧergeh engebîn deřjê
be çakîy çakî zexmî dił, le wesła sehwe ummêdim
nemek ta wa beser ewda le lêwî şekkerîn deřjê
deřêjê dîdeket xwênî diłî piř mîḧnetim arê
pyałey piř le destî turkî mesta bê yeqîn deřjê
be mîslî eşkî mecnûn xwênî muştaqanî bê saman
le şemşêrî biroy bêdadî leylî mehcebîn deřjê
leyek misre’ eger salimNasnava edebî binûsê şerḧî hîcranit
beser me’nay kelama ta ḧeşir duřřî semîn deřjê